Serleşker Selamî: Gotinên amerîkîyan derheq alîkarîya bo gelê Îranê derew in
Fermandeyê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî gotinên amerîkîyan têkildarî alîkarîya bo gelê Îranê xapokîn û derew zanîn û got: Îran ne hewcedarê alîkarîya wan e.
General Hisên Selamî Fermandeyê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî îro li rex manovra seranserî ya berevanîya bîyolojîk û opêrasyona paqijkirina jîngehê ya bi navê Şehîdên Berevanê Tenduristîyê li Têhranê herwiha got: Rayedarên amerîkî hertim dijminê gelê Îranê ne.
Wî bi gotina vê yekê ku Serokomarê Amerîkayê gelê Îranê têrorîst bi nav kirîye û ew xistîye ber zexta gef û boykotên cîhanî, dîyar kir: Rayedarên amerîkî hewil dan ku gelê Îranê tûşî pirsgirêkên debarê bikin lê, nekarîn.
Fermandeyê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî herwiha got: Heke gelê Amerîkayê hewcedarê alîkarîyê ye, Îran jibo alîkarîyê amade ye.