Lêkolerên îranî rêbazeke nû jibo başkirina nexweşên Koronayî afirandin
Serokê Zankoya zanistî pizişkî ya Abadanê li parêzgeha Xozistanê li başûrê rojavaya Îranê qala serketina tîma lêkolînî ya beşa Nexweşiyên bi-Kêmgirtin ya vê zankoyê di dermankirina nexweşên tûşbûyî bi Vîrûsa Koronayê û rawestandina mirina ji ber wê kir.
Şukrullah Selmanzade, Serokê Zankoya zanistî pizişkî ya Abadanê li parêzgeha Xozistanê roja Çarşemiyê got: Hilkolandina bandora dermanekî dijî vîrûsan li ser nexweşên xedar ên tûşbûyî bi KOVÎD-19'ê yên razandî di beşa baldariyên taybet a Nexweşxaneya Ayetullah Taleqanî ya Abadanê nîşana serketina vî dermanî û kêmbûna heyama razandina li nexweşxaneyê bûye.
Sara Mubarek, Alîkarê Perwerdehî û Lêkolînê ya Zankoya zanistî pizişkî ya Abadanê û berpirsa koma lêkolînî ya nexweşiyên bi kêmgirtin a vê zankoyê jî got: Ji dema belavbûna Vîrûsa Koronatyê li Îranê, parêzgeha Xozistanê û derdroa Zankoya zanistî pizişkî ya Abadanê, Tîmna lêkolînî ya vê zankoyê biryar da ji hin dermanan sûdê werbigire ku bi alîkariya wan ev nexweş zûtirkê baş bibin.