Adar 26, 2020 08:10 Asia/Tehran
  • Zerîf: Pompêo Wezîrê nefretê ye, ne ku Wezîrê karên derve

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Çarşemiyê bi şev wek berteka li hemberî gotinên Mayk Pompêo Wezîrê karên derve yê Amerîkayê derbarê dewama zexta herî pirr a Waşîngtonê li ser Îranê, ragihand: Meriv matmayî dimîne ku gelo Pompêo wezîrê karên derve an Wezîrê Nefretê ye.

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li ser Twittera xwe bi gotina vêya ku heta nexweşiyeka vegir jî nikare pêşî li belavkirina derewan ji aliyê Mayk Pompêo ve bigire, nivîsî: Pompêo her çiqasî hewil bide nikare terorîsma aborî, kuştina bêgunehan, alozîderxistin di têkoşîna cîhanî dijî Vîrûsa Koronayê û şerxwaziya xwe ya bêşermane veşêre.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê di halekî da ku rêxistinên navneteweyî û welatên cûrbecûr li ser pêwîstiya hevkariya bi Îranê ra jibo têkoşîna dijî Koronayê pêgiriyê dikin, roja Çarşemiyê got: Zexta herî pirr li ser Îranê dê were domandin.

D hefteyên dawiyê da rayedarên welatên cûrbecûr ji wan Tirkiye, Rûsiye, Almanya, Libnan, pakistan û Çînê daxwaza rakirina boykotan ji ser Îranê kirine.Brayan Hûk Nûnerê taybet ê Amerîkayê di karên Îranê da îdia kiribû ku siyaseta zexta herî pirr a Amerîkayê dijî Îranê dê were domandin.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Îniyê bêyî berçavgirtina van dijayetiyan ragihand ku boykotên vî welatî dijî Îranê dê bên domandin.

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê Sêşemiya bihurî di twittera xwe da nivîsî: Boykotên neqanûnî yên Amerîkayê derbe li hêza Îranê ya têkoşîna dijî KOVÎD-19'ê xistiye.

Amerîkayê tevî hebûna daxwazên cîhanî jibo rakirina boykotên Îranê, di çend rojên bihurî da çend kesayetî û kompaniyên Îranê boykot kirine.