Adar 25, 2020 08:18 Asia/Tehran
  • Zerîf û Lavrov derbarê Koronayê û boykotên Amerîkayê de gotûbêj kirin

Wezîrên Karên Derve yên Îran û Ûrsêtê bi rêya telephone derbarê belavbûna vîrûsa Koronayê li cîhanê û boykotên Amerîkayê yên dijî Îranê de rawêjkarî kirin.

Mihemedcewad Zerîf Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Sergey Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê şeva buhurî di vê gotûbêja telefonî de derbarê rewşa nika û bandora Koronayê li her du welatan û cîhanê nemaze hewildana Îranê jibo girtina pêşîya belavbûna vê vîrûsê di rewşa bidû boykotên yekalî yên Waşîngtonê de, alûgurên nika yên Efganistanê û hewildanên navnetewî dijî boykotên yekalî yên Amerîkyê yên dijî welatên curbicur rawêjkarî kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê di wê gotûbêja telefonî de got ku Moskow bi awayekî ciddî ji Waşîngtonê dixwaze ku boykotên nemirovî ku pêşîya sekinîna tam a dewletan himberî Koronayê digirin, rake.

Lavrov herwiha pêgirî ser vîna Ûrsêtê jibo berfirekirina giştîalî ya peywendîyên digel Komara islamî ya Îranê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê di van rojên dawîyê de bidû belavbûna vîrûsa Koronayê bi telephone digel hin hevtûşên xwe rawêjkarî kirîye û ji wan xwestîye ku boykotên neqanûnî yên Amerîkayê yên dijî Îranê berçav negirin.