Sibat 23, 2020 18:05 Asia/Tehran
  • Wezîrên Karên Derve yên Îran û Otrîşê bo cara duyem civîyan

Dewra duyem a gotûbêjên Wezîrên Karên Derve yên Îran û Otrîşê îro danê êvarê li Têhranê hat lidarxistin.

Mihemedcewad Zerîf Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Alêksandêr Şalênbêrg Wezîrê Karên Derve yê Otrîşê di vê hevdîtinê de derbarê girîngtirîn alûgurên navçeyî û navnetewî de rawêjkarî kirin. 

Her du alîyan di vê hevdîtinê de tevî pêşwazîya ji berfirekirina peywendîyên baş ên dualî pêgirî ser berfirekirin û kûrkirina wan di hemî waran de kirin. 

Dawîn alûgurên têkildarî Rêkevtinama Atomî û sozên alîyên ewrûpî ji girîngtirîn mêhwerên gotûbêjên Zerîf û Şalênbêrg bûn. 

Di dawîya van gotûbêjana de belgeya hevkarîyên çandî û hunerî di navbera her du welatan de ji hêla rayedarên Îran û Otrîşê ve hat wajokirinê.

Wezîrê Karên Derve yê Otrîşê piştî dewra yekem a gotûbêja digel Zerîf, Bi Hesen Rûhanî Serokê Komara Islamî ya Îranê re civîya.

Alêksandêr alênbêrg Wezîrê Karên Derve yê Otrîşê îro herwiha bi Elî Larîcanî Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.