Sibat 15, 2020 09:01 Asia/Tehran
  • Zerîf: Amerîkayê bi nezanî û agahîyên çewt, rojavaya Asyayê heta ber şerekî pêşde bir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê amajeyî cinayeta Amerîkayê ya têrora serdar Qasim Silêmanî Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Padarên Inqilaba Islamî kir û got: Amerîkayê bi nezanî û agahîyên çewt, rojavaya Asyayê heta ber şerekî pêşde bir.

Mihemedcewad Zerîf Wezîrê Karên Derve yê Îranê vê sibê li rex Konfiransa Ewlehîyê ya Monîxê di hevpeyvîna digel Kanala NBC ya Amerîkayê de, bi gotina vê yekê ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di meha Çillê û di asta herîjorîn a qeyrana têror û şehîdkirina serdar Silêmanî de nameyeke nebaş jibo Îranê şand û got: Di nameya Pompeo da hin gef hebûn ku Têhranê jî bersiveke qahîm himberî wan da.

Zerîf dewleta Amerîkayê ji ber destpêkirina qeyrana digel Îranê da ber lomeyan û kutakirina wê bi paşdevekişîna Trump ve girêda û got: Amerîka berpirsê dûhatên karên xwe ye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê idiaya Amerîkayê ya hejmonî û serdestîya Îranbê ser komên berxwedêr ên iraqî yan libnanî idiayeke pûç zanî û got: Serdar Silêmanî berî ku were têrorkirin û şehîdkirinê, hewil dida gêreyên li Iraqê kêm bike.

Zerîf şeva buhurî jî li koma nûçegîhanan li Monîxê got: Heke ewrûpî sozên xwe ligorî Rêkevtinama Atomî cih bînin, Îran jî dê ji kêmkirina sozên xwe vegere.