Sibat 15, 2020 07:46 Asia/Tehran
  • Têhranê şirketên ku ji ber zordarîya Amerîkayê terka Îranê dikin hişyar kirin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara islamî ya Îranê got: ''Şirketên ku di sal û mehên vê dawîyê de bi qebûlkirina zorbêjîya Amerîkayê terka Îranê kirine, divê bizanibin ku vegera bo bazara Îranê dê gellekî dijwar be.''

Piştî ku şirketên LG û Samsung ên Koreya Başûr ji ber zext û zora Amerîkayê hevkarîya bi Îranê re qut kirin, Seyîd-Ebbas Mûsewî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê li Twitterê nivîsî: ''Îranî dostên rojên dijwar jibîr nakin lê, hin şirketên ku di sal û mehên vê dawîyê de bi qebûlkirina zorbêjîya Amerîkayê terka Îranê kirine, divê bizanibin ku vegera bo bazara Îranê dê gellekî dijwar be.Qanûna bazarê dibêje ku parastina bazarê ji derbasbûna na wê dijwartir e.''

Şirketên LG û Samsung ên Koreya Başûr ku bidû boykotên Amerîkayê yên dijî Îranê di mehên vê dawîyê de hevkarîya xwe bi Îranê re rawestandine, van rojana tabloyên xwe li şarên Îranê berhev dikin.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump di çarçova sîyaseta '' zexta herîzêde'' dijî Îranê de ragihandîye ku welat û şirketên ku bi Îranê re hevkarîyê bikin dê pêrgî boykot û cirîmeyên giran bibin.