Serdar Hacîzade:Divê welatên Îslamî bona derxistina Emerîkayê ji navçê bibin yek
Fermandê hêza hewa fezayê ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî got: Hemî welatên îslamî û bereya berxwedanê bona derxistina hêzên emerîkî ji navçê bibin yek.
Serdar Emîrelî Hacîzade, fermandê hêza hewa fezayê ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî li gotûbêja bi kanala El-Mesîrê ya Yemenê re teqez kir: Îro rojê berxwedan bi tenê ya Îranê nîne belkî pêsîrê bereya berxwedanê ji deryaya sor heta deryaya Medîteranê û ji tevgera Ensarullaha Yemenê heta Hizbullaha Lubnanê didome.
Serdar Hacîzade li bara kuştiyên emerîkî li meqera Eyn Eseda Iraqê got:Li xwemukirnehatina dewleta Emerîkayê li bara kuştiyên Eyn Esedê, nîşana serşoriya berpirsêne merîkî ye.
Fermandê hêza hewa fezayê ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî bal kişand ser lixwemukirhatina emerîkiyan li bara derbeya mejiyê ya eskerên Emerîkayê li encama êrişa mûşekî ya Sipahê Pasdaran li meqera Eyn Esedê û destnîşan kir: Li pêşerojê Waşengton dê li bara kuştina hin eskeran li xwe mukir bê ku niha îdia dike bi derbeya mejiyê ketine.
Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê di bersiva cinayeta Amerîkayê li babeta şehîdkirina serdar Silêmanî, 8 Çillê bi 13 mûşekan meqera eskerên emerîkî b ya Eyn Esedê li parêzegha Enbarê li rojava Iraqê da ber êrişan.