Sibat 14, 2020 14:11 Asia/Tehran
  • Xwendina hin beşên wesiyetnama şehîd serdar Silêmanî di merasima çil-roja şehîdbûna wî

Di Merasima çilemîn roja şehîdbûna serdar Qasim Silêmanî li Tehranê de serdar sertîp Îsmayîl Qaanî fermandeyê nû yê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê hin beşên wesiyetnama vî şehîdê mezin ê berxwedanê xwendin.

Merasima çilemîn roja şehîdbûna serdar Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê û rêhevalên wî yên şehîd şeva borî bi beşdariya pêkhateyên curbicur ên xelkê û rayedarên siyasî û leşkerî yên Îranê û mêvanên biyanî li Tehranê bi rê ve çû. Di vê merasimê de fermandeyê nû yê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê serdar sertîp Îsmayîl Qaanî hin beşên wesiyetnama vî şehîdê mezin ê berxwedanê xwendin.

Serdar sertîp Îsmayîl Qaanî desnîşan kir ku şehîd Silêmanî fermandeyê bê mînak di her qad û meydaneke pêdivî ji Înqilaba Îslamî re bû û bi mêrxasî di wan qadan amade dibû û egîdane şer dikir û bi serketin û serbilindî digihêşt encamê.

 Fermandeyê nû yê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê herwiha got: berûlayên kesayetiya şehîd Silêmanî ji ber nicabet û îxlasa wî kêmtir hatine naskirin.

Serdar sipehbud Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê sibeya roja înê sêyemê Çileya 2020 ku ser vexwendina fermî ya rayedarên Iraqê çûbû vî welatî, ligel Ebûmehdî Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebiya Iraqê û 8 kesên din li nêzîkiya Bexdayê ketin ber êrişa hewayî ya artêşa terorîst û dagîrker a Amerîkayê û şehîd bûn.

Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê ji bo bersiva vê cinayeta Amerîkayê roja heştê Çileya 2020 bi zêde ji 10 mûşekan bargeha leşkerî ya În Îsya amerîkiyan li rojavayê Iraqê kirin hedef û derbên giran li wan xistin.