Sibat 14, 2020 13:51 Asia/Tehran
  • Fermandeyê Sipahê Pasdaran: Ger Amerîka û Îsraîl  şaşitiyê bikin em ê li wan xin

Fermandeyê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê şeva borî li merasima çil-rojiya şehîdbûna serdar sipehbud Qasim Silêmanî li Tehranê bertek nîşanî gotina rayedarekî Rejîma Siyonîstî ya derbarê êrişa ser hêzên îranî li Sûriyê û Iraqê, da û got: Ger Amerîka û Îsraîl şaşitiyê bikin Sipahê Pasdaran wê wan herdûyan bikin armanca êrişên xwe.

Fermandeyê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê Husên Selamî şeva borî li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (RE) ya Tehranê di Merasima çilema şehîdbûna serdar Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê û rêhevalê wî yên şehîd de bal kişand ser bersiva tund û dijwar a Îranê li hemberî kiryara terorîstî ya şehîdkirina serdar Qasim Silêmanî û rêhevalên wî li Iraqê û got: Me sîleyeke qahêm li Amerîka xist, lê ya mazintir û qahêmtir hîn maye û eva heya derxistina gişt leşkerên amerîkî ji welat û erdên Îslamî berdewam bike û ev rastiya nêzîk e.  

Serdar serleşker Selamî herwiha got: Şehîd serdar sipehbud Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê li rojhilata derya Sipî li ber dijmin sekinî daku ziyan negihêje Îslamê û dîsa erdên îslamî dagîr nebin , bi saya pêngavên şehîd Silêmanî gişt xal û deverên bin destê Rejîma Îsraîlê ketina bin tirs û xufa agirê filistîniyan.   

Fermandeyê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê got: Serdar Silêmanî cîhana Îslamê bi tev yekgirtî kir û siyasetên Amerîkayê ji bo çêkirina Rojhilata Navîn a nû têk bir.

Serdar serleşker Selamî desnîşan kir ku serdar Silêmanî firîşteyê rizgariyê bû û bi bîr xist: Her der ku mezlûmek hebû hecî Qasim Silêmanî û hêzên wî li wir bûn û şer dikirin û bûn mertalê belaya Umeta Îslamê û her wek Malikê eşter hertim nêzîkî xîveta dijimin bû.