Merasima çilemîn roja şehîdbûna serdar Silêmanî li Îranê
Merasima çilemîn roja şehîdbûna serdar Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê îro pêncşemê li seranserê Îranê bi beşdariya pêkhateyên curbicur ên gel bi rê ve çû.
Serdar sipehbud Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê sibeya roja înê sêyemê Çileya 2020 ku ser vexwendina fermî ya rayedarên Iraqê çûbû vî welatî, ligel Ebûmehdî Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebiya Iraqê û 8 kesên din li nêzîkiya Bexdayê ketin ber êrişa hewayî ya artêşa terorîst û dagîrker a Amerîkayê û şehîd bûn.
Xelkê bajar û gundên Îranê yên wekî Ormiye, Îsfehan, Îlam, Mehabad û Bûkan îro bi minasibeta çil rojiya şehîdbûna vî şehîdê mezin ê berxwedanê û rêhevalên wî merasimeke hêja li dar xistin û cardin cinayeta Amerîkayê ya terorkirina serdar sipehbud Silêmanî şermezar kirin û li ser berdewamiya riya vî şehîd û rêhevalên wî yên şehîd sekinîn.
Wan herwiha xwestin ku bersiveke qahêm ji bo komployên Amerîkayê li navçê were dayîn.
Merasima çil rojiya şehîdbûna Serdar sipehbud Qasim Silêmanî û rêhevalên wî îşev jî bi beşdariya mêvanên biyanî li Tehranê dê were lidarxistin û di vê merasimê de serdar sertîp Îsmayîl Qaanî fermandeyê nû yê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê wesiyetnama vî şehîdê mezin ê berxwedanê dê bixwîne.
Fermandeyê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê Husên Selamî jî li vê merasimê de dê gotarek pêşkêş bike.