Sibat 12, 2020 16:21 Asia/Tehran
  •  Sertîp Hatemî: Mûşek ji pîvanên qaweta berevaniyê ya Îranê ye

Wezîrê berevaniyê û piştgiriya hêzên çekdar ên Îranê got: Mûşek ji pîvanên qaweta berevaniyê û eskerî yên Komara Îslamî ya Îranê ye.

 Emîr sertîp Emîr Hatemî, wezîrê berevaniyê û piştgiriya hêzên çekdar ên Îranê roja çarşemiyê li nav koma nûçegîhanan bal kişand ser vê yekê ku li mûşekên Îranê ji kumikên cengî yên naskirî tê îstifadekirin û got: Diqeta mûşekên Îran pir zêde ye û emerîkî ewa li Eyn Esedê bi başî dîrtin.

 Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî li bersiva kiryara cinayetkarane û terorîstî ya hêzên destdirêjhkirê emerîkî li terora serdar Qasim Sulêymanî, fermandê şehîd ê hêza Qudsê ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî, 8 Çillê bi zêde ji 10 mûeşkan, meqera Eyd Esedê ya Emerîkayê li parêzêgeha  Enbara Iraqê dane bereêrişan.

 Sertîp Hatemî her wiha li bara setelathilgir û peywendiya mûşekî ya wan got: Setelathilgir tu peywendiyek bi behsa mûşekî re tine ne û eva tam mijareka neberevanî û neeskerî ye.

  Wezîrê berevaniyê û piştgiriya hêzên çekdar ên Îranê bal kişand ser vê yekê ku avêtina setelaytê mafê rewa ya gelê Îranê ye û destnîşan kir: Îran bernama xwe ya avêtina setelaytê bi qawet bi pêşde dibe.