Çile 26, 2020 18:10 Asia/Tehran
  • Wezîrên karên derve yên Îran û Umanê ser dewama hevkariya dualî teqez kirin

Wezîrên karên derve yên Îran û Umanê li ser vîn û iradeya dewletên du welatan û dewama hevkariyên pêgirî kirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Yûsif bin Elewî, Wezîrê Karên derve yê Umanê îro Yekşemiyê di riya vegerîna xwe ji Civîna aborî ya Davosa Swîsrayê di rawestaneka kurt da li Têhranê bi Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê re hevdtin pêk anî û du aliyan derbar misogerkirina ewlehiya deryagerî û ewlehiya enêrjiyê jibo hemî welatan gotûbêj kirin.

Pêwendiyên dualî û navçeyî, nemaze hevkariya Îran û Umanê li Tengava Hormuzê ji babetên din ên gotûbêja Zerîf û bin Elewî bûn.

Ev çaremîn hevdîtina Wezîrên karên derve yên Îran û Umanê di derdora yek meha dawiyê ye.

Wezîrê Karên derve yê Umanê roja Sêşemiya heftiya bihurî bi Zerîf ra hevdîtin û gotûbêj kir.