Çile 17, 2020 16:04 Asia/Tehran
  • Rêberê giranqedir ê Şoreşa Islamî: Bersiva xurt a Sipahê, derbeyek bû ku li zilhêzbûna Amerîkayê ket

Rêberê giranqedir ê Şoreşa Islamî derbeya Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî ku li îmaj û mezinatîya Amerîkayê ket sedema bêebûrbûna wî welatî bi nav kir û got: Ew derbeya qahîm ku li ebûr û heysîyeta Amerîkayê ket bi hîç tiştekî nayê cebirandinê û dijwarkirina boykotan ku amerîkî wan rojana basa wê dikin, ebûr û hetika wan a jidestçûyî nazvirîne.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî li nimêja Înîyê ya Têhranê ku îro pirrcoş û bêhempa hat lidarxistinê, pişikdarîya gelê Îranê di merasima rakirin û birêkirina meytên şehîd Qasim Silêmanî û hevrêyên wî de û herwiha bersiva giran û tepeserker a Sipahê ya bi êrişa ser baregeha amerîkîyan a Eyn ul Esedê 2 rojên girîng û dîyarker dan zanînê û got: Yek ji hewildanên jibo bandordanîna ser rojên girîng ên di hefteyên vê dawîyê de, kiryara 3 dewletên rezîl ên ewrûpî ya gefxwarina himberî Îranê ya şandina dosîya navokî bo Civata Ewlehîyê ya NY bû.

Rêberê giranqedir ê Şoreşa Islamî bi gotina vê yekê ku ewrûpî bi rastî xulam û piçûkê Amerîkayê ne, dîyar kir: Ewrûpî xeyala tewandina gelê Îranê di serê xwe da digerînin ku helbet erbab û mezinê wan yanî Amerîkayê jî nekarî wî karî bike, vêca ew dê çawan bikin.

Wî got ku ewrûpî di muzakireyan de jî durûtî û dexelîyan dikin û dîyar kir: Ew cêntêlmenên ku tên ser masa muzakirê, di rastîyê da têrorîstên li balafirgeha Bexdayê ne ku kincên xwe guhertine.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî pişka sereke ya xutbeya duyem bi zimanê erebî bilêv kir û amajeyî cinayeta rezîlane ya amerîkîyan ya têrora serdarê mezin û wêrek ê îranî û têkoşerekî fidakar ê iraqî bi destûra Serokomarê têrorîst ê Amerîkayê kir û got: Çarenûsa zelal a herêmê rizgarbûna ji nîrê zorbêjîya Amerîkayê û rizgarkirina Filistînê ji serdestîya bîyanîyên sîyonîst e ku divê bi vîn û hewildana gelan dema bidestxistina wê armancê nêzîk bibe.

Rêberê giranqedir ê Şoreşa Islamî ji hemî gelên misilman ên herêmê re pêgirî kir: Divê cîhana islamê rûpeleke nû veke û wîjdanên hişyar û dilên bawermend xwebawerîyê di nav gelan da hişyar bikin û hemî bizanibin ku tenha rêya rizgarbûna gelan, tivdîr, berxwedan û netirsîna ji dijmina ye.