Çile 16, 2020 17:15 Asia/Tehran
  •  Nazim Denbax: Hemî partî û tevgerên siyasî yên Herêma Kurdistanê peywendiyên baş bi hecî Qasim Sulêymanî re hebûn

Nunerê Herêma Kurdistanê li Têhranê teqez kir: Tu partiyeka siyasî li Herêma Kurdistanê tine ku peywendiyên baş bi Hacî Qasim Sulêymanî re tinebin.

Nazim Omer Debax, nunerê hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê  li Îranê got ku çend salan berî niha li civîna giring ku bi beşdariya rayedarên pilebilind ên Îranê hat lidarxistin û ez tenha nunerê kurdan li vê civînê bûm. Wî got: Li civîna navbuhurî deng û bîr û rayên curbicur li bara Herêma Kurdistanê û helwêstên wê hatin hilêxistin lê kesayetiyên bi hêz ser vê bawerê bûn ku  divê li hewlêr û derve yê wê li hember DAIŞ`ê rawestin û berevaniya Herêma Kurdistanê bikin ji ber ku  li çarçoveya berjewendiyên Îranê ye û hema ev kar jî kirin. 

Nunerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Têhranê li bersiva vê pirsê ku çima Herêma Kurdistanê li cem Îranê giringiya xwe heye û dixwee wê biparzêe, got: Îran, kurdan wek wezneya hevsengî û hokarek bo hevsengiya navbera şîe û suniyan dizane ji ber ku kurd sunî ne û ger bi erebên sune re bikevin kêleka hev dê li cih û şûna piraniyaê be. 

Nunerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Têhranê li bara peywendiyên bi serdar Sulêymanî re bal kişand ser vê yekê ku hevdîtinên zav bi wî re hebûne û gelek peyam di navbera Serdar Sulêymanî û Celal Talebanî aniye û biriye. Yekim hevdîtina xwe bi serdar Sulêymanî re li sala 1991`an û piştî serhiladan kurdan tev taximek ji hikûmeta Herêma Kurdsitanê û bi nunertiya YNK û mam Celal da zanîn. 

Nazim Debax her wiha bal kişand  ser vê yekê ku xwezila hemî rêber mîna wî yanê serdar Sulêymanî bana û bal kişand  ser guhestina çend carî ya hin peyaman ji aliyê Serdar Sulêymanî bo Celal Talebanî, Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî li qonaxên curbciur. 

Wî her wiha got: Tu partiyeke siyasî li Herêma Kurdistanê tineye ku peywendiyên baş bi Qasim Sulêymnaî re tinebin.