Çile 16, 2020 15:43 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Gelê Îranê li hember komplo û boykotên Emerîkayê bihêztir bûye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku emerîkî plan û bernamên şaş li dijî Îranê dimeşînin û got: Gelê Îranê li hember komplo û boykotên Emerîkayê xurttir û qahêmtir bûye.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro li 59`mîn civata giştî ya banka navendî bi boneya şehadeta serdar Qasim Sulêymanî, fermandê hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqlaba Îslamî sersaxî da û got: Şehadeta vî fermandê eskerî ji aliyê terorîstên emerîkî ve bandor li gişt navça rojavaya Asiyayê kir û hemî misilmanan ji Keşmîrê heta Efrîqayê jibo vî fermandê pilebilind şîngêrî kirin. 

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku kêmtir welatek heye ku biwêre meqera eskerên Emerîkayê bide ber mûşekan û got: Îranê piştî şehadeta serdar Sulêymanî bi mûşekan êrişî meqera eskerên emreîkî li Iraqê kir û Trump neçar kir dev ji gefa li dijî Îranê berde.

Rûhanî destnîşan kir: Plan û bernama tam şaş a Emerîkayê li navça rojava Asiyayê bo giştan eşkere bû li halekê ku gelê Îranê ji berê xurttir li hember komploya Emerîkayê û hevpeymanên navçeyî yên vî welatî sekiniye. 

Rûhanî her wiha bala wxe ad ser zext û boykotên Emerîkayê li dijî Îranê û got: Kesên ku pêştir bi Donald Trump serokkomarê Emerîkayê re hevdkarî dikirin û îro jî ji dewleta vî welatî çûne qeraxê û li xwe mukir tên ku  Trump bo hemî cîhanê ji Ewrûpayê girtî heta Mekzîkê û Pasîfîkê û heta bo Emerîkayê pirsgirêk pêk aniye. Rûhanî her wiha bal kişand s er derketina yekalî ya Emerîkayê ji Rêketina navokî û got: Îranê piştî derketina neqanûnî ya Emerîkayê ji rêketina navokî berpirsiyariyên xwe cih anî û bû baîs ku hemî welat derketina Trump ji rêketina navokî şermezar bikin.