Çile 16, 2020 08:21 Asia/Tehran
  • Zerîf: Ewrûpayê tiştek ji naveroka Rêkevtinama Atomî nehêla

Wezîrê Karên Derve yê Îranê welatên ewrûpî ji ber idiayên wan ên têkildarî Rêkevtinama Atomî ya digel Îranê dan ber rexneyan û got: Ewrûpayê tiştek ji naveroka Rêkevtinama Atomî nehêla.

Mihemedcewad Zerîf Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji ber bêsozîya welatên ewrûpî û idiayên wan derbarê pêbendîya li Rêkevtinama Atomî ya digel Îranê rexne kir û got: Alman, Ingilîs û Fransa fikir dikin ku di sedsala 19`ê de dijîn; dema ku gotina xwe ser wealtan de disepandin, derew dikirin û xwe vedidizîn.

Zerîf bi teniştokan ji wan sê welatên ewrûpî re got: Girtina pêşîya firotina nifta Îranê, boykotkirina bankên îranî û qutkirina Sowîftê, derketina şirketên ewrûpî ji Îranê û girtina pêşîya firotina kel û pelên derveyî bazineya baykotan yanî xwarek û dermîn, belgeyên pêbendnebûna ewrûpîyan li Rêkevtinama Atomî ne.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir: Daxûyanîyên vala, binpêkirina qanûnên xwe bi teslîmbûna himberî boykotên derve-navçeyî yên Amerîkayê, berçavnegirtina 3 daxûyanîyên Îranê têkildarî çalakkirina mêkanîzma nehîştina nakokîyên têkildarî Rêkevtinama Atomî û kivşkirina mêkanîzma INSTEX`ê bêyî heta carek karkirinê, nîşaneyên pêbendnebûna ewrûpîyan li Rêkevtinama Atomî ne.

Zerîf ji ewrûpîyan re got: Îranê mêkanîzma nehîştina nakokîyên têkildarî Rêkevtinama Atomî çalak kir lê, Ewrûpayê tiştek di naveroka wê rêekvtinameyê de nehîşt, ne Îranê, cebirandina xisarên ji ber vekişîna Amerîkayê ji Rêkevtinama Atomî bila li alîyekî be, sozên xwe cih bînin.