Çile 14, 2020 17:15 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Dewleta Îranê yê hemî erkên xwe têkildarî bûyera jordaxistina balafira ukraynî cih bîne

Serokê Komara Islamî ya Îranê xwe şirîkê xema hemî malbatên gorîyên bûyera jordaxistina balafira ukraynî li nêzîkî Têhranê zanî û pêgirî kir: Dewleta Îranê yê hemî erkên xwe yên hiqûqî û qanûnî di vî warî de cih bîne.

Hesen Rûhanî Serokê Komara Islamî ya Îranê îro bi gotina vê yekê ku koka hemî bûyerên vê dawîyê dizvire kiryarên xirabker ên Amerîkayê li herêmê, dîyar kir: Dewleta Îranê xwe himberî hemî gorîyên di encama wê bûyerê de nemaze himberî welatîyên bîyanî berpirs dizane.

Rûhanî bi gotina vê yekê ku hemî hêlên wê bûyerê tên hilkolandinê, ragihand ku encamên wan hilkolandinan yê ji raya giştî ra bên ragihandinê.

Balafireke rêwîhilgir a ukraynî sibeya roja Çarşem 8`ê Çillê ligorî daxûyanîya Serokerkantîya Hêzên Çekdar a Îranê li nêzîkî Balafirgeha Imam Xumêynî (RE) ya Têhranê bi awayekî nebiqest û ji ber şaşitîya mirovî bû armanc û jorda ket û hemî kesên têda canê xwe ji dest dan.