Kanûn 14, 2019 11:27 Asia/Tehran
  • Larîcanî: Civata Giştî ya Meclisên Asyayê rola xwe di berfirekirina hevkarîyan de heye

Serokê Meclisa Şêwra islamî ya Îranê pêgirî ser rola Civata Giştî ya Meclisên Asyayê di berfirekirina hevkarîyan û xurtkirina wan di navbera welatên asyayî de kir.

Serokê Meclisa Şêwra islamî ya Îranê Elî Larîcanî îro berî ku bi merema pişikdarîya di 12`emîn Civîna Civata Giştî ya Meclisên Asyayî de seredana Tirkîyê bike, li koma nûçegîhanan got: Welatên asyayî di çend dehsalîyên vê dawîyê de bi awayekî berbiçav di warên zanist, têknolojî, abor, ticaret û şêwazên kêrhatî yên çaresrkirina meseleyên sîyasî de li pêş ketine.

Larîcanî bi gotina vê yekê ku di 12`emîn Civîna Civata Giştî ya Meclisên Asyayî de mêkanîzmên hevkarîya di warên zanist û aborê de hatinekivşkirinê, hêvî kir: Ew civata bi helwesta nû di vê sedsalê de, şêwazeke kêrhatî têkildarî peywendîyên welatên asyayî kivş bike. 

Serokê Meclisa Şêwra islamî ya Îranê herwiha 12`emîn Civîna Civata Giştî ya Meclisên Asyayî derfetek jibo gotûbêja rayedarên welatên endamê wê zanî û got: Desteya parlimanî ya Îranê di wê seredanê di gotûbêja digel Serokmeclisên welatên asyayî de yê jibo çêtirbûna rewşa aborî ya Îranê hewil bide.