Kanûn 05, 2019 17:30 Asia/Tehran
  • Zerîf bertek nîşanî nameya sê welatên ewrûpî ya bo NY da

Wezîrê karên derve yê Îranê îdiayên hilêxistî li nameya sê welatên ewrûpî bo NY ya dijî Îranê derewek bona veşartina pêbendnebûna wan bi soz û qirarên xwe yên ligor rêketina navokî da zanîn.

Li gor rapora IRIB News`ê, Muhemed Cewad Zerîf  wezîrê karên derve yê Îranê îro pêncşemê li peyamekê bi rêya Twitterê nivîsî: Nameya nû ya sê welatên ewrûpî ji bo Konseya Ewlehiyê ya NY li bara mûşekên îranî dereweke bê hêvîker e ku wan bona veşartina bêsoziya xwe li bara nekarabûna di warê cihanîna sozên xwe yên ligor rêketina navokî kirine.

Zerîf bi danîna rûpelin ji îbtalbûna rêketinnameya 1929 û pejirîna rêketina navokî li vê konseyê wiha domand: Eger Tiroyîkaya ewrûpî kêmek hêtibarê dixwaze dikare li hemberî zorbêjiya Amerîka desthilat û serwerîya xwe bikar bîne.