Kanûn 04, 2019 18:06 Asia/Tehran
  • Fermana Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî derbarê bûyerên vê dawiyê | Bi Dilovaniya Îslamî tevbigerin

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî di bersiva rapora raberkirî ji aliyê Sêkritirê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ku demek beriya niha derbarê şêwaza rêveberiya rewşa gorî û birîndarên bûyerên vê dawiyê pêşkêşî xizmeta wî hat kirin, pêşniyarên hilêxistî pejirandin.

Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî di bersiva rapora raberkirî ji aliyê Sêkritirê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê da destnîşan kir: "...Herî bilez bila pêk were û derbarê kesên gumanbar di her komekê da, bi şêwazekî ku nêzitir bi Dilovaniya Îslamî ye, reftar were kirin."

Rapora şandî li ser esasa fermana ku derdem piştî bûyerên vê dawiyê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî va bo S jibo hilkolandina deqîq a kok, hokar û hegerên qewimîna nearamiyan, her wiha hilkolandina bilez a rewşa gorîyan û malbatên wan hat dayîn, hat amadekirin û raberkirin.

Di vê raporê da hat pêşniyarkirin ku li gorî çarçovên qanûnî yên heyî, welatiyên asayî ku bêyî hebûna tu rolekê di nerazîtî û ajawegêriyên vê dawiyê û di nava pevçûnan da canê xwe ji dest dane, wek "Şehîd" bên naskirin û malbatên wan bikevin bin sîvana Binyata Şehîd û Karên Fedakaran.

Her wiha derbarê goriyên ku di pêvajoya xwenîşandana itirazî bi her awayî canê xwe ji dest dane, mijara dayîna Diyeyê û berdilhatina ji malbatên wan hat pêşniyarkirin.

Derbarê wê desteya goriyên bûyerên vê dawiyê jî ku bi awayê çekdarî û di pevçûna digel hêzên oparêzvanê ewlehiyê hatine kuştin, biryar hat dayînê ku piştî hilkolandina rewşê û sabiqeya malbatên wan, hisaba malbatên avrûdar û muweceh ji kesên ku kiryara sûcdariyê pêk anîne were cudakirin û malbatên wan jî bi vî rengî bên berçavgirtin û ber dilê wan herin.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî derbarê şêwaza reftara digel malbatên koma sêyem jî ku gumanbarê şerxwaziyê ne, fermana "Dilovaniya Îslamî" û baldariya ser malbatan da.

Li gorî ferman û pêgiriyên Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî ji demek beriya niha va karê hilkolandina dosyeyên vekirî jibo gorî û birîndarên bûyerên vê dawiyê di asta parêzgehan da dest pê bûye.