Kanûn 04, 2019 17:26 Asia/Tehran
  • Hişyariya Rûsiyê derbarê hewldanên jibo pêkanîna kêşeyê navbera Îran û Iraqê

Nûnerê hertimî yê Rûsiyê li NY derbarê hewildana biyaniyan jibo kişandina Iraqê ber bi kêşeya digel Îranê hişyarî da.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Tasê, Vasîlî Nebenziya (Vasily Nebenzya), Nûnerê hertimî yê Rûsiyê li NY roja Sêşemiyê 3ê Kanûnê di civîna Konseya Ewlehiyê ya vê rêxistinê derbarê rewşa Iraqê da got: Em dilgiranê bandorên nerênî yên rewşa siyasî ya Iraqê ne; Rewşa ku ji ber hin hewildana jibo pêkanîna kêşeyan li derdora Îranê bi rêya zêdekirina nearamiyê li Iraqê ne.

Nebenziya her wiha got: Mafê Iraqê heye ku pêwendiyeka asayî digel cînarê xwe hebe û di riya berfirehkirina wê da pêngavan rake, loma mafê tu kesî tune ku van pêwendiyan lawaz bike.

Ev helwêsta rayedarê ûris piştî wê yekê hat hilêxistin ku Kêllî Kraft (Kelly Craft) Nûnerê hertimî yê Amerîkayê li NY di vê civînê da bêyî amajeya bi navê welatekî, ji cînarên Îranê xwest ku mudaxileya karên vî welatî nekin.

Iraq di rojên dawî da bûye qada nerazîtî û nearamiyan nemaze li parêzgehên başûrî. Ji ber van nerazîtiyan hejamrek hatine kuştin û birîndar bûne.