Kanûn 02, 2019 18:30 Asia/Tehran
  • Iraqçî:

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku Komara Îslamî li 40 salên buhurî di bin boykotên herî giran ên Emerîkayê bûye û got: "Boykotên hanê bandora xwe tinebûne û viyna agelê Îranê sist nekirine."

 Seyd Ebas Iraqçî,  Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê ku sefera Japonyyaê kiriye, roaj Duşemiyê li civîna "Kiryarên qawetên bingehîn li Rojhilata Navîn û bandora wan ser ewlehiya navneteweyî" li Tokyoyê got: "Zext û boykotên Emerîkayê li dijî Îranêbi qasî emrê Inqilaba Îslamî bûne lê Îran ji welatên herî ewleh û aram ên navça rojava Asiyayê ye."

 Iraqçî bal kişand  ser vê yekê ku  Îran wek welatê mezin ê navça Rojava Asiyayê, bandoreke zêde li vê navçê heye û destnîşan kir: "Navça Rojava Asiyayê, zêde ji her wexteke din hevceyî bi aşitiyê heye û welatên navçê divê bi xwe bikaribin ewlheiya navçê dabîn bikin."

 Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê her wiha bal kişande ser qeyranên navça Rojava Asiyayê mîna DAIŞ`ê, şerê li Sûriye, Yemen û nearamiyên Iraq û Lubnanê û got: "Ev qeyran ji ber mudaxila biyaniyan ji wan Emerîkayê li navçê ye."

Iraqçî bala xwe da ser Rêketina  Navokî jî û got: "Rêketina Navokî hevhatineke  siyasî ya serketina bo hemî aliyan bû ku ji riya hevhatineka  kêrhatî ya navneteweyî pêk hat."