Kanûn 01, 2019 15:54 Asia/Tehran
  • Larîcanî: Rayedarên dewleta Amerîkayê divê desta ji sîyaseta zexta herîzêde bikêşin

Serokê Meclisa Şêwra islamî ya Îranê got: Sîyaseta zexta herîzêde ya Amerîkayê dijî Komara islamî ya Îranê bê şik şêweyeke şaş e û divê rayedarên dewleta Amerîkayê desta ji wê sîyasetê bikêşin.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Elî Larîcanî îro di civîna çapemenîyê ya bi pişkdarîya mêdyayên navxweyî û derveyî di bersiva pirsa nûçegîhanê Televîzyona CBS NEWS a Amerîkayê de ku pirs kir``rêçareya piratîkî ya şikandina xitimîn û asêbûna di navbera Îran û Amerîkayê de çî ye?`` got: Hin welat jibo gotûbêja di navbera Îran û Amerîkayê de hewil didin û Têhranê derîyên muzakirê girênedane lê esas ew e ku amerîkî divê fem bikin ku şêwaza serederîya wan himberî Komara Îslamî durist nîne.

Serokê Meclisa Şêwra islamî ya Îranê derbarê rexneyên Parlimana Ewrûpayê ji Komara islamî ya Îranê jî got: Kiryarên ewrûpîyan di hin babetan de bi rastî dadperwerane nînin tevî ku hîç hegerek tineye Îran weke ewrûpîyan fikir bike, rêya muzakireya parlemanterên îranî û Parlimana Ewrûpayê vekirî ye.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê derbarê bûyerên li Iraqê de jî got: Bi tivdîra Merceyê Dînî yê Iraqê Ayetullah Seyîd-Elî Sîstanî, pirsgirêka Iraqê ber bi çareserbûnê va diçe û heke alîkarîyê ji Îranê bixwazin, Komara Îslamî di xizmeta gel û dewleta Iraqê de ye.