Pêgirî li ser berfiehkirina hevkariyên Îran û Gurcistanê
Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê daxwaza berfirehkirina hevkariyên Îran û Gurcistanê kir.
Li gorî rapora IRNAyê, Elî Larîcanî, Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê di hevdîtian digel endamên koma Dostiya parlemanî ya Gurcistan û Îranê li Têhranê bi gotina vêya ku du welat dikarin zirûfên xwe jibo berfirehkirina pêwendiyên dualî bi kar bînin, got: Kompanîne pirr çalak li Îranê hene ku dikarin xizmetên mihendisiyê li Gurcistanê raber bikin.
Şalowa Kîknawldîze Serokê Koma dostiya Parlemanî ya Gurcistan û Îranê jî got: Pêwendiya navbera Îran û Gurcistanê pêş dikeve û parlimanên du welatan dikarin roleke girîng di berfirehkirina van pêwendiyan da hebin.
Kîknawldîze tevî pêgiriya li ser berfirehkirina hevkariyên Îran û Gurcistanê di warê fêrkarî, veguhestin û Cotkariyê da got: Têhran û Têblîsî bi çareserkirina pirsgirêkên heyî ser rêya hevkariyên du welatan dikarin pêwendiyên xwe zêdetir ji berê berfirehtir bikin.