Mijdar 14, 2019 16:25 Asia/Tehran
  • Serleşker Selamî: Şiyanên berevaniyê, hêla sor a Îranê ye

Fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê di warê zêdekirina şiyanên bervaniyê ne dê were sekinandin û ne jî dê paşve bikişe.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Serdar serleşker Hisên Selamî, Fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Pêncşemiyê di kêleka rêûrisma rêzgirtina şehîd Hesen Têhranî Muqedem Bavê Mûşekî yê Îranê û Bîranîna şehîdên Hêza Hewa-Feza ya Sipahê Pasdaran tevî pêgiriya li ser vê yekê ku şiyanên berevanî, ji hêlên sor ên Komara Îslamî ya Îranê ye, got: Şiyanên berevaniyê ne tên gotûbêjkirn, ne hevseng dibin, ne tên rawestandin û ne jî tên kontrolkirin.

Serleşker Selamî tevî amajeya bi Niqtejenbûna mûşekên Îranê, got: Roja Îro zirûfên kombûyî di hêza Hewa-Feza ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî şiyan û hêza pêwîst jibo işkandina hestiyên her hêz û dijminekê heye.