Mijdar 10, 2019 09:38 Asia/Tehran
  • Zaxarova: Şirkên ranê yên Ewropî li Peymana Navokî lawaziyaxa nimandin

Berdevka wezareta derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova duh êvarê siyasetên Amerîkayê yên li dijî Îranê û lawaziya ewropiyan derheq cihanîna pêsparteyên xwe yên li gor peymana navokî bi şidet rexne kirin.

Zaxarova siyaseta Amerîkayê ya sekinîna li ber Îranê xirbkarane û neberaqil da zanîn û got: Derketina Amerîkayê ji peymana navokî û lawaziya ewropiyan derheq cihanîna pêsparteyên xwe yên li gor peymana navokî dibin sedema jinavçûna muhtemel a Peymana Navokî ya navbera Îranê û koma 5+1ê.

Zaxarova anî ziman ku şirîkên ewropî yên Îranê li Peymana Navokî lawaziya xwe derheq cihanîna pêsparteyên xwe yên li gor peymana navokî nîşan dan û got: Jinavçûna Peymana Navokî alternatîveke pir xirab û nebaş .

Serokomarê Amrîkayê Donald Trump li roja sêşemê 8 Golana 2018 bi awayekî yekalî ji Peymana Navokî ya ku Îranê û Koma 5+1(Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rûsya, Çîn û Almanyayê)  ew îmza kiribû û li Konseya Ewlehiyê ya NY hatibû pejirandin, derket û dîsa boykotên li dij Îranê vegerandin. Di vê navberê de welatên ewropî yên endamên Peymana Navokî yên wekî Fransa, Brîtanya û Almanyayê sozdan ku nehêlin Îran ji ber vê derketina Amerîkayê ziyanê bibîne, lê belê piştî salekê wan jî nekarîn sozên xwe cih bîne loma Îran neçar bû gav bi gav pêsparteyên xwe yên li gor peymanê kêm bike.