Mijdar 10, 2019 08:50 Asia/Tehran
  • Despêbûna Hefteya Yeketiyê û pîrozkirina salvegera mîlada pêxemberê hêja yê Îslamê (S)

îro yekşemê 12 Rebîul Ewla 1441 ya Koçberiya Heyvî hevdemê 11 Mijdara 2019 li gor salixiya belgeyên ehlê sunetê salvegera mîlada pêxemberê hêja yê Îslamê ye û ev roja wek roja yekem a hefteya Yeketiya Îslamî tê hesabê.

Misilmanên Ehlê sunetê dibêjin pêxemberê Îslamê Hz. Muhemedê Mustefa (S) li roja 12 rebîul Ewelê çavê xwe ser vê dunyayê vekirine, lê belê misilmanên Şîyî bawerin ku ew hezreta li roja 17 Rebîul Ewelê hatiye dunê. Vêca xêmdarê Komara Îslamî ya Îranê Hz. Îmam Xumeynî (RE) ji bo ku nakokî navbera misilmanan tine be ji roja 12 heya 17 rebîul Ewelê wek hefteya Yeketiya Îslamî ragihand.

Ev hefteya derfeteke hêja ye da ku pêwîstiya yekbûna misilmanan li van dem û gavên aloz û şeperze bi cidî were hilkolandinê û gavên pratîk jê re werin rakirin.

Radiyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê jî despêbûna Hefteya Yeketiya Îslamî û mîlada pêxemberê mezin ê Îslamê li gişt misilmanan pîroz dike.