Mijdar 08, 2019 15:16 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Berjewendîyên Îranê girîngtir ji parastina rêketinameyekê ne

Alîkarê Sîyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Parastina berjewendîyên gelê Îranê girîngtir ji parastina rêketinameyeke digel welatên din e.

Alîkarê Sîyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seyîd-Ebbas Iraqçî li rex pêncemîn konfiransa navnetewî ya Qedexekirina Berbelavkirina Çekên Navokî ku ser navê ``ênêrjîya navokî-jiçekkirin û qedxekirina berbelavbûnê`` li Moskowê hat lidarxistinê li koma nûçegîhanan got: Îranê ji alîyekî ve vîna xwe jibo cihanîna sozên navokî û ji hêla din ve jibo kêmkirina wan sozan di rewşa cihnehatina sozên alîyên himber bi zelalî nîşan daye.

Iraqçî herwiha got: Îranê bi qasê têrê bike derfet daye dîplomasîyê û heke rewş neguhere, dê kêmkirina sozan bidomîne.

Alîkarê Sîyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê amajeyî tenêmayîna Amerîkayê di asta navnetewî de jî kir û got: Gellek ji welatên pişkdarê konfiransa navnetewî ya Moskowê, yekalîkarîya Amerîkayê şermezar kirin.

Seyîd-Ebbas Iraqçî herwiha got: Heta gellek welatên ewrûpî jî yekalîkarîya Amerîkayê şermezar dikin û roja îro tevgerek dijî yekalîkarîya Amerîkayê li seranserî cîhanê destpê bûye ku roj bi rojê xurt dibe.

Pêncemîn konfiransa navnetewî ya Qedexekirina Berbelavkirina Çekên Navokî ku ser navê ``ênêrjîya navokî-jiçekkirin û qedxekirina berbelavbûnê`` îro bi pişikdarîya rayedar û kesayetîyên 40 welatên cîhanê û çend sazîyên navnetewî yên girîng ji wan NY û Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomî (IAEA) li Moskowê destpê bû.

Alîkarê Sîyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seyîd-Ebbas Iraqçî weke nunerê Îranê di wê konfiransê de û di civînên taybet bi rêketinama navokî ya digel Îranê de rewşa herîdawîyê ya wê rêektinameyê şirove bike.