Mijdar 08, 2019 09:16 Asia/Tehran
  • Nunerê Îranê li IAEA`yê: Îran derbarê ewlehîya navendên navokî de bi hîç alîyekî re lihev nake

Balyoz û Nunerê Dayimî yê Îranê li Sazîyên navnetewî yên li Vîyenê pêgirî kir: Komara islamî ya Îranê tu wexta liser ewlehîya navendên navokî yên xwe ji ya xwe nayê xwarê.

Balyoz û Nunerê Dayimî yê Îranê li Sazîyên navnetewî yên li Vîyenê Kazim Xerîbabadî piştî pişkdarîya di civîna taybet a Civata Hikimdarên Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomî de amajeyî girtina rê li ber derbasbûna yek ji lêgerên wê ajansê li navenda meyandina oranîyomê ya Netenzê li Îranê kir û got: Em di hîç şert û mercekî da nikarin ewlehîya navendên navokî yên Îranê bikin mijara lihevkirinê.

Xerîbabadî got ku raporeke tekoz ji derbasbûna wê lêgera Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomî li Navenda Navokî ya Netenzê bigire heta derketina wê ji Îranê, raberî endamên Civata Hikimdaran kirîye û pêgirî kirîye ku Îranê di vî warî de dilgiranîyên ewlehîyê hene.

Sazîya Ênêrjîya Atomî ya Îranê di raporekê de ragihand: Bi awayê asayî kelûpelên digel hemî lêgerên Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomî dema bixwazin seredana her navendeke navokî bikin, dikevin ber lêgerînê lê ema derbasbûna yek ji wan lêgerana, alavên çavdêrîyê hişyarî dan lewma kelûpelên wê lêgerê hatin kontrolkirinê û rê nehat dayîn ku ew derbasî Navenda Navokî ya Netenzê bibe û rapora vê yekê raberî Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomî hatîye kirinê.