Mijdar 07, 2019 08:40 Asia/Tehran
  • Berhemanîn û meyandina Oranyomê li Navenda Navokî ya Fordo ya Îranê careka din destpê bû

Serokê Sazîya Ênêrjîya Atomî ya Komara Islamî ya Îranê vê sibê ragihand ku berhemanîn û meyandina Oranyomê li Navenda Navokî ya Fordoyê careka din destpê bû.

Serokê Sazîya Ênêrjîya Atomî ya Komara Islamî ya Îranê di daxûyanîyekê de ragihand ku fermana Serokê Komara Islamî ya Îranê têkildarî destbikarbûna dubare ya Navenda Navokî ya Fordoyê jibo meyandina Oranyomê ji vê sibê va bi berdana gazê nav santrîfîyûjên nû û berhevkirina Oranyoma meyandî li wê navendê destpê bû.

Ligorî daxûyanîya Serokê Sazîya Ênêrjîya Atomî ya Komara Islamî ya Îranê, hemî karên meyandina Oranyomê li Navenda Navokî ya Fordoyê di bin çavdêrîya Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomî de tên encamdanê.

Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî roja Sêşemê pêngava çaran a kêmkirina sozên navokî ligorî Rêketinama Atomî ragihand û got: Hemî alîyên Rêketinama Atomî divê bizanibin ku Îran nikare bi awayekî yekalî pêbendê Rêketinama Atomî be.