Zerîf: Ewrûpa nikare berpirsiyariyên xwe li rêketina navokî cih bîne
Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku Ewrûpa nikare berpirsiyariyên xwe li rêketina navokî cih bîne û got: Ger aliyên Rêketina navokî berpirsiayriyên xwe cih neynin, Îran dê pêngavên din ên pêdivî bo kêmkirina berpirsiayriyên xwe jî hilîne.
Çardehemîn civîna komîsyona hevpar a Komara Îslamî ya Îranê û Efrîqya başûrî bi axiftina Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê û Nalêdî Pandora wezîrê karên derve yê Efrîqya başûrî roja çarşemiyê li Têhranê hat lidarxistin.
Wezîrê karên derve yê Îranê li vê civînê derketina Emerîkayê ji hevhatian navokî weke binpêkirina eşkere ya biryarnama 2231`an a konseya ewlehiyê û li dijî viyana hemî endamên NY da zanîn.
Zerîf bi şirovekirina pêbendioya Îranê ser berpirsiryyariyên xwe li rêketiaa navokî heta salekê piştî derketina Emerîkayê ji vê hevhatinê, destnîşan kir: Îran li gor naveroka rêketina navokî û li gor xala 26 û 36 an a wê, cihanîna beşek ji berpirsiyariyên xwe li sê qonaxên tam qanûnî rawestandin.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha bal kişand ser nihêrînên hevpar ên Îran û Efrîqwya başûrî li piraniya mijarên navçeyî û navneteweyî û hêvî kir: Bi beşdariay çalak a beşên dewlet û taybet, peywendiyên aborî û ticarî, teknîkî û zanistî navbera her du welatan were xutkirin.
Nalêdî Pandora jî piştgiriyên bi nirx ên Îranê ji xebat û têkoşîna xelkê Efrîqaya başûrî bona rawestana li ber apartaydê bi bîr xistin û nihêrîna welatê xwe tîêkildarî dijberiya li hember yekalîxwazî û dewama hevkariyên du welatan li warên curbicur ên aborî, zanistî û enerjiyên vegerbar teqez kir.
Her du alî li vê civînê bi wajokirina belgeyên hevkariyên navneteweyî ser pêîwstiya dewama hevkariyên li çarçoveya tevgera qeydnenasan, rawestana li ber terorîzmê û şîdetê û dewama şêwirînan û hewldanêîn dîplomatîk bona aramî û aşitiya cîhanê teqez kirin.