Şemxanî: "Emê bersivekê poşmanker bidin sebekarê êrişa ser gemiya îranî"
Sekreterê konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê teqez kir: "Komara Îslamî ya Îranê dê bersiveka wisa poşmankir bide sebebkarên êrişa ser gemiya îranî li deryaya sor, yên ku li dû pêkanîna pêleke nû ji aloziyan li navçê ne."
Niftkêşa îranî ya SABITI siba îniya buhurî ji ciheke nêzîkî korîdora derbasbûnê ya vê niftkêşê ji rojhilata deryaya sor, du caran û bi navbira nîv saetan ket ber êrişê û xisar dît.
Li gorî rapora IRNA`yê, Elî Şemxanî, roja çarşemiyê li hevdîtina Elêksandir Lavrêntîv, nunerê taybet ê serokkomarê Rûsiyê li karûbarên Sûriyê li Têhranê, bal kişand ser plana bi şik û nezelal a Emerîkayê bo vejiyandina DAIŞ`ê û berfirehkirina bêewlehtiyan li rojava Asiyayê û ser pêwîstiya hişyarî û hevahengiya welatên navçê bona rawestana li ber kiryarên ku dibin sedema nearamî û bêewlehiyê, teqez kir.
Şemxanî tevî dijberiya li hember destdirêjiya eskerî ya Tirkiyê ser Sûriyê, diyar kir: Her cure kiryara ku dibe sedema gurrbûna bêewlehtiyê û zêdebûna qeyranê li navçê, divê bi lezgînî were rawestandin.
Wî her cure destdirêjî û sepandina şêr ser welatên navçê kiryareke li çarçoveya siyasetên bêewlehîçêker ên Emerîkayê û Rejîma Siyonîstî li navçê da zanîn û destnîşan kir: Gelên derdkişandî yên welatên ku bi salan di nava şêr û xwînrêjiyê de bûne, êdî qeyanên nû nikarin tamul bikn.
Sekreterê konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku reftara newekhev û bi dûrûtî li hemebr terorîzmê ji aliyê tu welatekî nayê qebûlkirin û got: Divê çareserkirina mesela Idlibê li Sûriyê wek yek ji ewlewiyetên rawestana li ber terorîzmê bikeve rojevê.
Elêksandir Lavrêntîv, nunerê taybet ê serokkomarê Rûsiyê li karûbarên Sûriyê jî li vê hevdîtinê raporek ser alûgurên siyasî û eskerî li bakurê Sûriyê raber kir û got: Dewama hevkariya navbera Têhran û Moskowayê dikare ewlehî û aramiya mayînde li navçê garantî bike.