Cotmeh 13, 2019 14:22 Asia/Tehran
  • Meclisa Îranê cinayetên Tirkîyê şermezar kirin

Hejmareke Parlimanterên Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê di daxûyanîyekê de êrişa zorbêjane ya Tirkîyê ser Sûrîyê şermezar kirin.

Di pêncemîn roja êrişa Tirkîyê ser bakura Sûrîyê de hejmareke Parlimanterên Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê ew êrişa şermezar kirin û piştgirî dan gelê mezlûm ê Kurd li Sûrîyê. 

Ew daxûyanîya ji hêla Nunerê Mihabadê Celal Mehmûdzade va hatîye amadekirinê û 154 parlimanterî ew wajo kirine.

Di wê daxûyanîyê de hatîye: ''Roja îro qêrîna mezlûmbûna gelê Kurd ji ber dagirkerîya necanmêrane ya Tirkîyê tê bihîstin. Li dinyayekê ku hikimdar idiaya dadperwerî, biratî û piştgirîya ji mezlûman dikin, bêdengîya giran û reş a wan yê di dîrokê de were tomarkirinê û NY jî ku rêxistinek jibo piştgirîya ji mezlûman e di nava bêdengîya sîyasî da ye ku xwe cureke piştgirîya ji dewleta Tirkîyê ye. Baş bizanibin ku ew kiryara piştgirane ya dewletên idiakerên mafên mirovan û NY yê di dîrokê da bê qeydkirin.

Di dewama wê daxûyanîya Parlimanterên Îranê de hatîye: '' Em komeke Parlimanterên Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê erkê xwe dizanin ku piştgirîyê bidin Kurdên mezlûm ên Sûrîyê û çavlirê ne ku dewleta Komara Islamî ya Îranê ku piştgirê mezlûman e bi rêyên curbicur piştgirîya ji Kurdên mezlûm ên Sûrîyê ragihîne û bi rawêjkarîya digel sazî û dezgehên navnetewî û welatên cînar herwiha bi saya hemî emraz û potansîyelên dîplomasîyê jibo girtina pêşîya kuştina bêrehmane ya wî gelî bi destê dewleta Tirkîyê û hêzên kafir ên DAIŞ û Al Nusrê pêngaveke lezgîn rake.