Cotmeh 13, 2019 07:56 Asia/Tehran
  • Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê çû Bilgiradê

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê bi merema pişkdarîya di 141`emîn civîna Yekitîya Meclisên Cîhanê berê xw da paytexta Serbistanê şarê Bilgiradê.

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê Elî Larîcanî biryar e ku di Civata Giştî ya Yekitîya Meclisên Cîhanê (IPU) de biaxive û helwestên Komara Islamî ya Îranê derbarê meseleyên navçeyî û navnetewî û mijarên têkildarî wê civînê de hilêxe.

Hevdîtina digel Serokparlimanên hin welatên endamê Yekitîya Meclisên Cîhanê ji planên din ên Larîcanî li Bilgiradê ye.

Biryar e ku 140 desteyên parlimanî ku ji 70 Serokparliman, 40 Cîgirê Serokparliman û 700 Parlimanteran pêk tên, di 141`emîn civîna Yekitîya Meclisên Cîhanê de pişkdar bibin.

141`emîn civîna Yekitîya Meclisên Cîhanê bi durişma ``xurtkirina mafên navnetewî, rol û mêkanîzmên parlimanî, alîkarî û hevkarîya navçeyî`` dê bê lidarxistinê.

Yekitîya Meclisên Cîhanê (IPU) di sala 1889`ê de hat damezirandinê.

Meclisên 178 welatan endamê Yekitîya Meclisên Cîhanê ne.