Cotmeh 12, 2019 09:37 Asia/Tehran
  • Zerîf di hevpeyvîna digel TRT da: Ewlehî bi êriş û zorbêjîyê bi dest nayê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got ku Komara Islamî ya Îranê daxwazên Tirkîyê têkildarî baştirkirina rewşa ewlehîyê qebûl dike lê, ew ewlehî bi rêya zorbêjî û êrişa ser Sûrîyê bi dest nakeve.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf di hevpeyvîna taybet digel Kanala TRT da ku şeva buhurî hat weşandinê, bi gotina vê yekê ku Komara Islamî ya Îranê bijareyên çêtir jî raberî Tirkîyê kirine, dîyar kir: Rêketinama Adanayê hela jî hitbara xwe heye û Îran amade ye di navbera Kurdan û dewletên Tirkîye û Sûrîyê de navbeynkarîyê bike ta ku kontrolkirina sînoran bo Artêşa Sûrîyê bi hevkarîya digel dewleta Tirkîyê were sipartinê.

Zerîf herwiha got: Şopandina Rêketinama Adanayê rêbazeke baştir jibo bidestxistina ewlehîyê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê di bersiva pirsa nûçegîhanê TRT ya derbarê daxwaza teqil a Îranê li Sûrîyê çî ye da got: 6 salan berî nika di hevdîtina digel Wezîrê Karên Derve yê berê yê Tirkîyê Ehmed Dawûdoglu da, plana aştîyê ya çarqonaxî ya agirbesa lezgîn, pêkannîa dewleteke berfire, gotûbêja alîyên sûrî û lidarxistina hilbijartinê wek pêşnîyar raberî wî hatibû kirinê.

Zerîf herwiha got: Nika jî gotûbêja alîyên sûrî, venihêrîna destûra bingehîn û lidarxistina hilbijartinê di sala 2021`ê da ku dema qanûnî ya hilbijaretina bê ya Serokomar li Sûrîyê ye, daxwazên Îranê ne.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi bîr xist: Pêkanîna Komîteya Venihêrîna Destûra Bingehîn a Sûrîyê gelekî girîng e û divê ev pêngava bi pêngavên ciddî ji wan kêmkirina gêreyê were şopandinê.