Cotmeh 12, 2019 08:47 Asia/Tehran
  • Zerîf: ''Sepandina boykotan ji hêla Amerîkayê ve cureke şerê dijî gelê Îranê ye''

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got ku sepandina boykotên yekalî ji hêla Amerîakyê ser Îranê de, zextên giran ser gelê Îranê da sepandine lewma, ew boykot cireke şerr tên hesêb.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemecewad Zerîf di hevpeyvîna taybet a digel Kanala TRT ya Tirkîyê de, herwiha got:''Amerîkayê bi sepandina boykotan ser Îranê de, şerê digel Îranê despê kirîye û sîyaseta zexta herîzêde ya Waşîngtonê dijî Têhranê di rastîyê da cureke têrorîsma aborî ye.''

Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir ku Amerîka di rastîyê de jibo pêşdebirina armancên xwe yên sîyasî, zexta herîzêde ser gelê Îranê de bi awayekî narewa bikar tîne.

Zerîf herwiha got: Di pênaseyên navnetewî da têrorîsma aborî bikaranîna şîdetê dijî sivîlan jibo pêşdebirina armancan û destkevtên sîyasî ye û Amerîka nika vê şêwazê jibo guhertina sîyasetên Îranê bikar tîne.

Zerîf herwiha bi bîr xist, ligorî wê yekê ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo cinayetên cengê nas nake, ya baş ew e ku parêzerekî baş ji xe ra kivş bike.