Cotmeh 09, 2019 15:03 Asia/Tehran
  • Rêberê giranqedir ê Inqilabê: ''Îran jibo çêkirin û xweyîkirina bomba atomî dirêv xerc nake''

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî amajeyî helwesta teqil û wêrekane ya Komara Islamî ya Îranê ya derbarê herambûna ji hêla şerîetê va ya bikaranîna bomba navokî kir û pêgirî kir:''Îran jibo çêkirin û xweyîkirina bomba atomî dirêv xerc nake.''

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî Hezretê Ayetullah Xaminêyî îro di hevdîtina digel 2 hezar ciwanên bijare yên zanista Îranê de herwiha got: Tevî ku me dikarî bikevin vê rêyê de, me ligorî hikmê islamê, bikaranîna çekên navokî herama şerî ragihand, ser vî esasî tu hegerek tineye ku em jibo çêkirin û xeyîkirina çeka ku bikaranîna wê tam heram e, dirêv xerc bikin.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî got ku zîrekatî û şarezatîya Inqilaba Islamî ya Îranê ew bû ku cesareta ketina nav meydanên dijwar ji wan meydanên zanistê ku heta bûye sedema pesindana dijminan jî, da her kesî û bi rêzkirina hin babetên şanazîya Îranê di warê zanistê de dîyar kir: Sûdwergirtina ji potansîyelên zanistî di pişkên curbicur ên welêt de bûye sedema ``jordaçûna şîyana berevanî``, ``pizişkî û dermankirina pêşketî û kontrolkirina nexweşîyan``, ``meseleyên têknîkî-muhendisî``, ``têknolojîyên têkildarî jîngehê`` û ``çêkirina berhemên mayinde bi têknolojîya Nanoyê`` û ``têknolojîya biaştî ya navokî.``

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî domandina pêşxistina Îranê di warê zanistê di germegerma pêşketina lezgîn a cîhanê di warê zanistê de tam pêwîst û hilgirê rola jîyanê zanî û amajeyî coş û morala hêjayî pesindanê û xwebawerîya ciwanên bijare kir û pêgirî kir: Her ciwanê bijare pirtîyeke laşê Îranê ye û jibo çareserkirina pirsgirêkên bijareyan divê belgeya istiratêjîk a karên bijareyan tam ciddî were cihanîn û şopandinê.

  Hezretê Ayetullah Xaminêyî, berhevkirina ``bijareyên Îrana çandî ya mezin`` ango bijareyên erdnigarîya berfire ya çanda îranî di sedsalên buhurî de mînakeke potansîyela şayanî sûdwergirtinê ya civaka bijareyan zanî û got: Danîna peywendîyan û komkirina bijareyên herêma rojavaya Asyayê, cîhana islamê, Mêhwera Berxwedanê û heta komkirina bijareyên xwedêhez ên cîhanê li hemî welatan ji wan ên Amerîka û Ewrûpayê dikare bi cureke seruberkirin û dezgehsazîyê veguhere raberkirin û berbelavkirina ``zanista paqij û xwedîrûmet`` û ``hizra durist``.