Cotmeh 08, 2019 18:33 Asia/Tehran
  • Nîgeraniya Îranê ji hêtimala êrişa eskerî ya Tirkiyê ser axa Sûriyê

Wezareta karên derve ya Îranê ragihand: Diviya Amerîka zûtirkê dest ji dagîrkirina axa Sûriyê berdida û eskerên xwe ji nav axa Sûriyê paşda dikişand.

li gor rapora IRIB News`ê, Wezareta karên derve ya Îranê li daxûyaniyekê bilî neqanûnîzanîna hizûra amerîkiyan li nav axa Sûriyê , hêviya xwe daye diyarkirin ku bi derketina hêzên eskerî yên Amerîka ji nav axa Sûriyê ewlehî û aşitî li vî welatî bicih bibe û ji aliyê dinve nîgeraniya xwe ji ber hêtimala hizûra eskerî ya Tirkiyê li nav axa Sûriyê jî daye diyarkirin.

Wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Eger eskerên Tirkiyê bikevine nav axa Sûriyê, dibe sebeb xisaretên madî û mirovî li xelkê Sûriyê bikeve loma Komara islamî ya Îranê neyarê her cure operasiyonekî eskerî ji aliyê Tirkiyê li nav axa Sûriyê ye.

Li vê daxûyaniyê hatiye; Komara islamî ya Îranê tev karbidestên Tirkiyê û Sûriyê li vê barê gotûbêjê dike ta ku nîgeraniyên li vê barê çareser bibin û Îran amadeye di navbera her du welatan navcîtiyê bike ta ku meselên di navbera her du welatan aşitîxwazane çareser bin.

Wezareta karên derve ya Îranê bal kişande ser pêwîstiya rêzgirtina welatên cînar bi heqê hakimiyeta netewî yê welatan ragihand; Rêketina Adinayê destpêkek baş ji bo goptûbêjên di navbera Tirkiyê û Sûriyê ye.

Gor rêketina Adinayê ku li 20 Cotmeha sala 1998 di navbera Tirkiyê û Sûriyê hate îmzakirin û Îran û Misrê jî çavdêrên vê rêketinê bûn, her du welatan soz dan ku nehêlibin grûpên terorîstî ji nav axa wan dijî welatê din bixebitin.