Îlon 21, 2019 16:17 Asia/Tehran
  •  Serleşkir Selamî: Îran bo bersivdayîna himberî her destdirêjkirekî tam amade ye

Fermandê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî got: Hêzên çekdar ên Îranê bo bersivdayîna himberî her destdirêjkirekî tam amade ne.

Fermandê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî Serdar serleşkir Huseyn Selamî, li rê û resma destpêbûna xebata yekim nîşangeha ``balefirên cengê yên erdê xistî û xenîmet standî ji Emerîkayê li Têhranê got: Her welata ku êrişî Îranê bike, dê bi xwe bibe meydana sereke ya şêr.

Serleşkir Selamî bal kişand ser hêz û şiyanên berevaniyê û qaweta pêşîlêgirtinê yên Îranê û got: Zirûfên berevaniyê yên Îranê veşartî ne û Komara Îslamî ya Îranê bi tenê beşek ji qaweta xwe eşkere kiriye.

Fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî bal kişand  ser vê yekê ku boykotan dersa serxwebûna rastîn hînî Îranê kirin û destnêîşan kir:  Bûykot bûn sedem ku Îran birra çekên xwe li gor işkesta dijminan  rêkêpêk bike.

Serleşkir Selamî her wiha bal kişand ser lidarxistina nîşangeha balefirên xenîmetstandî ji destdirêjkiran li entîkexaneya  berevaniya pîroz a Têhranê got: Ev nîşangeha nîşaneke biçûk  e ji hêz û şiyanên Îranê li rawestana li ber gefên dijmian e.

Bereberê heftiya berevaniya pîroz, nîşangeha nêçîra Sîsalkan,balefirên li erdê xistî û xenîmetstandî ji Emerîkayê, îro şemiyê li entîkexaneya berevaniya pîroz a Têhranê xebata xwe destpê kir.