Îlon 21, 2019 07:47 Asia/Tehran
  • Serokê Banka Navendî ya Îranê: Boykotkirina dubare ya Banka Navendî ya Îranê nîşana destvalabûna Amerîkayê ye

Serokê Banka Navendî ya Komara Islamî ya Îranê wek berteka himberî boykotbûna dubare ya wê bankê ji hêla Amerîkayê ve got ku ew boykotkirina nîşan dide ku destê amerîkîyan di warê peydakirina emrazekê jibo zexta ser Îranê çiqasî vala ye.

Serokê Banka Navendî ya Komara Islamî ya Îranê Ebdulnasir Himmetî herwiha got ku heke karên di pêşdebirina daxwazên zalimane yên dewleta Amerîkayê de bi kêr bihatana, rewşa aborî ya Îranê dê gellek cida ji ya niha ba.

Himmetî herwiha got: Işkestên bidûhev ên dewleta Amerîkayê yên di zêde ji yeksala buhurî de nîşan didin ku ew boykotana ji her demekê zêdetir bêbandortir bûne û abora Îranê berxwedana himberî boykotan ji her kesî ra selimandîye.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump duh li koma nûçegîhanan li Qesra Sipî ragihand ku hin boykot ser Banka Navendî ya Îranê û Sindoqa Pêşxistina Netewî ya Îranê da sepandine.