Îlon 13, 2019 16:54 Asia/Tehran
  • Rehmanî-Fezlî: Îran di rêza pêşîn a têkoşîna himberî madeyên hişber da ye

Wezîrê Karên Hundur ê Îranê bi gotina vê yekê ku Komara Islamî ya Îranê di rêza pêşîn a têkoşîna himberî madeyên hişber da ye, pêgirî kir: Îranê pêngavên gellek berfire di warê têkoşîna dijî madeyên hişber da rakirine.

Wezîrê Karên Hundur ê Komara Islamî ya Îranê Ebdulriza Rehmanî-Fezlî di hevdîtina digel Serokê Servîsa Têkoşîna Dijî Madeyên Hişber a Qazaqistanê Japolskî Olêg de li Bîşkekê pêgirî kir Îran tevî wernegirtina alîkarîyên navnetewî, têkoşîna dijî madeyên hişber didomîne, got: Îran amade ye ezmûnên xwe di warê têkoşîna dijî madeyên hişber de bide ber destê Qazaqistanê.

Rehmanî-Fezlî amajeyî asta çandin û berhemanîna madeyên hişber li Efganistanê jî kir û got: Tevî ku amerîkî bi hemî imkanan li Efganistanê bi cih bûne, hîç têkoşînekê dijî madeyên hişber li Efganistanê nakin.

Serokê Servîsa Têkoşîna Dijî Madeyên Hişber a Qazaqistanê Japolskî Olêg jî di wê hevdîtinê de ji Îranê xwest ku di warê têkoşîna dijî madeyên hişber da alî Qazaqistanê bike.

Wezîrê Karên Hundur ê Komara Islamî ya Îranê Ebdulriza Rehmanî-Fezlî berî vê hevdîtinê çû seredana pişkên curbicur ên Servîsa Têkoşîna Dijî Madeyên Hişber a Qazaqistanê.

Ebdulriza Rehmanî-Fezlî jibo gotûbêja digel rayedarên pillebilind ên Qazaqistanê duh gihîşt paytexta wî welatî şarê Bîşkekê.