Îlon 12, 2019 15:20 Asia/Tehran
  • Serleşker Baqirî: Îran amde ye bi awayekî vebirr berjewendîyên xwe li Kendava Farsê biparêze

Serokê Erkantîya Hêzên Çekdar a Îranê got: Komara islamî ya Îran amde ye bi awayekî vebirr ewlehî û berjewendîyên xwe li Kendava Farsê biparêze.

Serokê Erkantîya Hêzên Çekdar a Îranê Serdar Serleşker Mihemed Baqirî îro li koma mamoste û xwendekarên Zanîngeha Berevanîya Bilind a Çînê li Pêkenê meseleyên ewlehî yên navçê û cîhanê nirxandin û got: Dîrok nîşan dide ku Îran tu wexta destpêkerê hîç êriş an şerekî nebûye lê, dema êriş û destwerdana bîyanîyan bi awayekî vebirr berevanîya xwe dike.

Serleşker Baqirî bi gotina vê yekê ku Amerîka hela jî hewil dide ku hejmonîya xwe ya narewa bi wesîleyên leşkerî, aborî, gef, boykot, buxtan, destwerdan û zorbêjîyê ser cîhanê de bisepîne, dîyar kir: Dewlet û gelên azad û serbixwe divê bi hevdengîyeke hişmendane û maqûl himberî wê yekê bisekinin û istiratêjîyên guncav bigirin ber xwe.

Serokê Erkantîya Hêzên Çekdar a Îranêdi dewama axavtina xwe da sîayseta Komara Islamî ya Îranê têkildarî meseleyên navçeyî berevanîya ji sîyaseta pişkdarîya çalak a hemî welatên herêmê di avakirina bingeheke ewlehîya komkî û navçeyî de zanî û got: Îran ligorî vê sîyasetê, hejmonî û destwerdana zilhêzên derveyî-navçê di meseleyên herêmê da tamul nake.

Serleşker Baqirî têrorîsm û tundrêtî gefa berfire li cîhanê û yek ji pirsgirêkên rojavaya Asyayê zanî û got: sekinîna himberî têrorîsmê, hewcedarê naskirina durist a hokar û piştgirên wê ye.

Serokê Erkantîya Hêzên Çekdar a Îranê herwiha têrorîsma dewletî weke babeteke din a bêistiqrarker li cîhanê da zanîn û got: Rêjîma Sîyonîst pêbendî tu yek ji isûlên mirovî û qanûnên navnetewî nîne û hela jî netenê binpêkirina mafên gelê Filistînê belkî gef  ûzorbêjîyên himberî welatên derdorê yên mînanî Libnan, Sûrîye û Îranê didomîne.