Îlon 11, 2019 14:50 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Amerîka divê terka sîyaseta şerxwazî û zexta herîzêde bide

Serokê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir ku istiratêjîya gelê Îranê himberî zexta herîzêde ya dijminan, ''berxwedan'' e, dîyar kir: Amerîka divê şerxwazan wêda bide û terka sîyaseta şerxwazî û zexta herîzêde bide

Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro di civîna Desteya Wezîran de pêgirî kir ku mentiqa Komara Islamî ya Îranê sûdwergiritna ji têknolojîya navokî ya biaştî ye, dîyar kir: Di Rêketinama Atomî de jî mentiqa Îranê soz himberî sozê ye û heke alîyên himber sozên xwe yên ligorî Rêketinama Atomî cih bînin, Îran jî dê cih bîne.

Rûhanî herwiha got: Pêngava sêyem a kêmkirina sozên atomî, girîngtirîn pêngava Komara Islamî ya Îranê tê hesêb û mirov nikare wê û pêngava duyem bide ber hev û heke pêwîst be Îran di pêşerojê de jî yê pêngavên din rake.

Rûhanî bi gotina vê yekê ku roja îro Komara Islamî ya Îranê li cîhanê wek welatekî aştîxwaz û hevseng tê naskirinê, dîyar kir: Îran tu wexta destpêkerê êriş û boykotê nebûye û hîç sozek binpê nekirîye belkî alîyên din sozên xwe binpê kirine.