Îlon 10, 2019 19:00 Asia/Tehran
  • Twîta Zerîf bo Trump: Dirûşmeya Nêtanyahû

Wezîrê karên derve yê Îranê bi weşandina twîtekê xitabî serokoamrê Amerîkayê nivîsî: Dirûşma Nêtanyahû ji sala 1986an va eva bûye: "Emê heta dawîn leşkerê amerîkî şer bikin."

Li gorî rapora IRIB Newsê, Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê di fezaya mecazî da bi weşandina vîdyoyekê ji gotinên Binyamîn Netanyahûyê serokwezîrê Rêjîma Siyonîstî nivîsî: Trump! Gelo te dizanî ku Netanyahû emrazek jibo ketina Amerîkayê nav qopiya Efganistanê bûye? Heman qopiya ku tu bixwe jî dizanî, nikarî jê derkevî?

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê îro Sêşemiyê hin wîneyên kanala amerîkî ya C-SPANê li ser twîtera xwe weşandin ku têde Benyamîn Nêtanyahû, serokwezîrê Rêjîma Siyonîst, Amerîkayê han dide ku li dijî tiştê ku Rêjîmên Terorîst bi nav dike, şer bike.

Dirûşma Netanyahû ji sala 1986an va heta niha şerkirin heta hebûna dawîn eskerê amerîkî bûye.

Amerîka û hevpeymann wî welatî sala 2001ê bi mehneya têkoşîna dijî têrorîsmê û dabînkirina ewlehiyê li Efganistanê êrîşî ser vî welatî kirin û ji wê demê va heta niha ne-ewlehî, têrorîsm û berhemanîna madeyên narkotîk bi awayekî ebrbiçav li Efganistanê zêde bûye.

Rayedar û gelê Efganistanê bi caran tevî rexneya ji dewama hebûna leşkerî ya Amerîkayê li wî welatî, daxwaza derketina wan ji Efganistanê kirine.