Tebax 23, 2019 19:08 Asia/Tehran
  • Daxwaza Yekîtiya Ewropayê jibo hevhelwêstiya G7ê li bara Îranê

Yekîtiya Ewropayê daxwaza hevahengî û hevnêrnbûna Koma 7ê li bara Îranê kir.

Li gorî nivîsîna ajansa fermî ya nûçeyan a Kuweytê, Yekîtiya Ewropayê roja Pêncşemiyê roja Pêncşemiyê kêşeya Amerîkayê digel vê yekîtiyê nekêrhatî da zanîn û hişyarî da ku nakokiya navbera Koma 7ê li bara Îranê pêşketina di warê Peymana Atomî tûşî aloziyê tîne.

Yekîtiya Ewropayê ragihand: Ji dema derketina Amerîkayê ji Peymana Atomî, Waşîngton û Birûkselê nekarîne li ser tu yek ji babetên têkildarî Îranê pêş bikevin.

Li gorî gotina rayedarekî Yekîtiya Ewropayê li Brûkselê, mijara Îranê ji wan mijaran e ku civîna serokên Koma 7ê (G7) li Fransayê dê wê hilkolîne.

Civîna serokên heft welatên pêşeyî yên cîhanê nasyar bi Koma 7ê (G7) pêkhatî ji Amerîka, Brîtanya, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya û Japonyayê ji 24 heta 26ê Tebaxê dê li bajarê Biyarîtzê (Biarritz) yê li başûrê rojavaya Fransayê were lidarxistin.