Tebax 16, 2019 13:20 Asia/Tehran
  • Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê encamên seredana xwe ya Parêzgeha Kurdistanê şirove kirin

Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê di dawîya seredana xwe ya yekrojî bo Parêzgeha Kurdistanê li Balafirgeha şarê Sinê li koma nûçegîhanan de encamên vê seredana xwe şirove kirin.

Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê Seyîd-Ibrahîm Reyîsî ragihand ku di vê seredanê de 60 milyard Tûmen kirêdî jibo Parêzgeha Kurdistanê hat terxankirinê.

Wî di pişkeke xeberdana xwe da jî ``dilovanbûn û xeşîmbûna himberî gel``, xurtsekinîna himberî sûckirinê`` û ``tivdîr`` sê esasên bingehîn ên Dezgeha Dadwerîyê dan zanînê.

Hucet ul Islam Reyîsî herwiha got: Bi zûtirkê yekem civîna Civata Bilind a Dadwerîyê li Têhranê yê jibo Parêzgeha Kurdistanê were terxankirinê. Wî amajeyî egîtî û fidakarîyên gelê Kurdistanê himberî şerûtan û dijberên Inqilabê kir û got: Morala roja îro ya gelê Kurdistanê jibo parastina nirxên Inqilabê û cîgirtina di çepera peyrewîya ji rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî de hema wek berê ye.

Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê Seyîd-Ibrahîm Reyîsî duh çû şarê Sinê navenda Parêzgeha Kurdistanê û bi malbatên qedirgiran ên şehîdan û çîn û qatên gel, alimên dînî yên navenda Mezin a Islamî ya Rojavaya Welêt re hevdîtin pêk anî û di civîna Civata Idarî ya vê parêzgehê de jî amade bû.