Tebax 16, 2019 13:11 Asia/Tehran
  • Zerîf: Zevtkirina gemîya nifthilgir a îranî neqanûnî bû

Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi weşandina nameyên Balyozxana Îranê li Londonê bo Wezareta Karên Derve ya Ingilîsê, idiaya dewleta vî welatî derbarê binpêkirina qanûnên têkildarî boykotên YE`yê ji hêla nifthilgira îranî va ret kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf li Twitterê nivîsî: Balyozxana Îranê li Londonê Wezareta Karên Derve ya Ingilîsê agahdar kir ku boykotên YE`yê yên dijî Sûrîyê, Îranê nagirin ber xwe.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê amajeyî daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Ingilîsê ya piştgirîya ji boykotên YE`yê kir û got: Tu tiştek neguherîye û zevtkirina gemîya nifthilgir a Grace-1`ê tam neqanûnî bûye.

Wezareta Karên Derve ya Ingilîsê bi dû azadkirina gemîya nifthilgir a îranî ku li devera Cebel ul Tariqê hatibû zevtkirinê, idia kir ku Îranê soz daye ew gemîya bera xwe nede Sûrîyê.

Tevî astengîderxistina Amerîkayê û kiryarên gêresaz ên dewleta Ingilîsê, Dadgeha Bilind a navça Cebel ul Tariqê duh hikmê azadkirina lezgîn a nifthilgira Grace-1`ê ango gemîya hilgira nifta Îranê da.

Vî karê Dadgeha Bilind a devera Cebel ul Tariqê işkestek din di karnama Amerîka û Ingilîs di warê serederîya himberî Îranê de torma kir.

Gemîya nifthilgir a Grace-1`ê di 4`ê Tîrmehê de bi barê xwe yê zêde ji 2 milyon bermîl nifta Îranê bi heceta binpêkirina boykotên YE`yê yên dijî Sûrîyê ji hêla Polîsên Cebel ul Tariqê û hêzên Hêzên Taybet ên Ingilîsê va hat zevtkirinê.