Tebax 16, 2019 08:42 Asia/Tehran
  • Nifthilgira îranî ber bi Deryaya Midîteranê va bi rê ket

Alîkarê Serokê Sazîya Bender û Gemîvanîya Îranê got: Gemîya Grace-1`ê ber bi Deryaya Midîteranê va bi rê ket.

Alîkarê Serokê Sazîya Bender û Gemîvanîya Îranê Celîl Islamî got: Berî ku gemîya Grace-1`ê were azadkirinê û ji Tengava Cebel ul Tariqê bi rê bikeve, personelên wê jî hatin azadkirinê.

Islamî herwiha pêgirî kir: Rayedarên devera Cebel ul Tariqê idî hîç hegerek jibo domandina zevtkirina nifthilgira îranî tinebûn.

Alîkarê Serokê Sazîya Bender û Gemîvanîya Îranê bi gotina vê yekê ku Îranê hema ji destpêka vê meseleyê va gotibû ku meqseda nifthilgira Grace-1`ê ne Sûrîye ye, dîyar kir: Hegera zevtkirina nifthilgira ingilîsî li Tengava Hormizê, binpêkirina sînorê deryayî yê Îranê ye.

Tevî astengîderxistina Amerîkayê û kiryarên gêresaz ên dewleta Ingilîsê, Dadgeha Bilind a navça Cebel ul Tariqê duh hikmê azadkirina lezgîn a nifthilgira Grace-1`ê ango gemîya hilgira nifta Îranê da.

Gemîya nifthilgir a Grace-1`ê di 4`ê Tîrmehê de bi barê xwe yê zêde ji 2 milyon bermîl nifta Îranê bi heceta binpêkirina boykotên YE`yê yên dijî Sûrîyê ji hêla Polîsên Cebel ul Tariqê û hêzên Hêzên Taybet ên Ingilîsê va hat zevtkirinê.