Tebax 15, 2019 20:37 Asia/Tehran
  • Balyozê Îranê li Brîtanyayê nûçeya azadkirina Keştiya Grace 1ê piştrast kir

Balyozê Îranê li Brîtanyayê nûçeya azadkirina Keştiya Grace 1ê piştrast kir

Hemîd Beîdînijad di Twitterê da nivîsî: Demek beriya niha bi biryara rayedarên Cebel Tariqê û piştrastkirina dadgehê, keştiya hilgira petrola Îranê ji desteserkirina neqanûnî hat azadkirin. Îranê di 40 rojên bihurî da bi beşdariya rêxistinên têkildar ên navxweyî di bin rêveberiya Wezareta karên derve, gotûbêjên berdewam di asta hiqqûî, siyasî û teknîkî digel aliyê englîsî  jibo azadkirina vê keştiyê pêk anî.

Li gorî nivîsîna Beîdînijad, Amerîkayê bi hewildanên xwe yên kirêt dil hebû ku rê li ber azadkirina keştiyê bigire, lê tûşî işkesteke mezin bû. Hemî pêdivî û tevdîrên lazim jibo hereketa keştiyê ber bi deryaya azad jî hatine dabînkirin û keştî dê bi zûtirkê Cebel Tariqê biterikîne.

Rojnameya Cebel Tariq Kronîkelê (Gibraltar Chronicle) jî ragihand: tevî ku biryar bû keştiya hilgira petrola Îranê sibeha Pêncşemiyê li gorî dema xwecihî were azadkirin, lê piştî daxwaza Wezareta Dadweriyê ya Amerîkayê, ev biryar herîkêm çend saetan paşda ketiye.

Vê rojnameyê her wiha ragihand: Dadgeha Bilind a Cebel Tariqê di eynî demê da tevî bêsûczanîna ajovanê keştiyê û sê xizmetkarên keştiya Grace1ê. biryara azadkirina wan daye.

Reutersê ragihand ku ev çar kes hatine berdan.

Hêza Deryayî ya Brîtanyayê roja 4ê Tîrmehê bi awayekî neqanûnî keştiya Grace 1ê ya hilgira petrola Îranê li tengava Cebel Tariqê ku dewleta xwecihî ya wê di bin hakimiyeta Londonê da ye, desteser kir.

Li pey vê kiryara neqanûnî, çar kes ji xizmetan karan ji wan ajovanê keştiyê jî li nav keştiyê hatin girtin û pasportên wan hatin istandin.

Komara Îslamî ya Îranê ev kar wek Diziya Deryayî daye zanîn û daxwaza azadkirina vê keştiyê kiriye.